Kurdî (Kurmancî)Turkish (Turkiye)English (United Kingdom)

Rêzan Jamal’ê ku di sala 1985 li Enqere’yê ji dayikbûye, eslê xwe ji Gundê Memîka a bi ser navçeya Mêrdin’ê Stewr’ê ye.
Rêzan hîn bi temenê biçûk dest bi nîvîsandina helbestên xwe kiriye û herdem xwestîye bibe helbestvan. Rêzan hîna bi 13 saliya xwe de, bi malbata xwe re di sala 1997’an de koçi Swêd’ê dike û ew li wir ji axa xwe dûr dest bi jiyaneke cûda dike.
Ew cara yekemîn strana repvaneke Swêdî  guhdar dike û gelekî jê hez dike. Rêzan bi vî awayî mûzîka hiphopê nas dike û ji ber koçkirina malbata xwe ya bi mecburî, ew jî weke her ciwanekî Kurd, ji ber ku li bajarên jı axa xwe dûr jidayikbûye û mezin bûye, ji zimanê dayikê jî hinekî bêpar maye. Ji ber vê yekê jî ew demên pêşi de mûzîka hiphopê bi zimanê Swêdî û Tirkî çêdike. Ew karê xwe piştî demekî kurt ji bo na bi zimanê dayika xwe Kurdî çêke biryar dide. Di nava pêvajoyê de ew giranîyeke mezin dide Kurdî û projeyên xwe yên cara pêşi re gavên girîng dıavêje. Ew destpêkê de ji bo ku Hiphopa Kurdî were pêşxistin bi derfet û fedakarîya xwe xebat dimeşanda. Ew bi bilindbûna tekoşina li metropolên Tirkiye û Ewrupa re Kurdîya xwe hîn dibe û ew çêkirina stran û klibên çanda welatparêzî û serhildanê tê naskirin.

Rêzan di heman demê de hêdî hêdî tevlî konser û xebatên Kurdan ên ser dîkê dibe û di bernameyên radyo û televizyonên Kurdan de îddîa dike ku ewê gelekî tişt mûzîka Hiphopa Kurdî re bide qezençkirin. Di sala 2007’an de li ser albûma solo a yekemîn “Em Kurd in” de dest bi xebatan dike. Rêzan wê demê piranî bi navê “Raze Jam” dihat naskirin. Lê ev ne karêki hêsan e. Ji ber ku ji bo çêkirina albûman gelekî sebir pêwiste. Lewma pêdivî bi xebatkarên bi qalite û pispor hene. Hunermendê ku xwedî tarzeki hiphopê ya cûda ye, di nava pevajoyê de bi awayeki profesyoneli dest bi çêkirina mûzîka hiphopê dike. Berdêla wê çi dibe bila bibe, Rêzan ji bo pêkhatina xeyala albûma mûzîka hiphopê ya bi Kurdî zend û bendan badide. Di nava 4 salan de çıqas astengî û zordarî derketîbin pêşîya wî jî, wî hemû astengîyan bi serfirazî serket û albûmên ku wî bixwe çêkirî, di studyoyekî profesyonel de dawi kir û 21’ê Adarê sala 2011’an de bi alîkarîya Mîr Mûzîkê a di Cîhan’ê de wekî fîrmayeke Mûzîka Kurd ya herî navdar tê naskirin re pêşkêşî gel kir.